Ramanwerê Sûrî Adonis ji bo Rêber Apo daxwaza "Mafê Hêviyê" kir

Ramanwer û helbestkarê Sûrî Adonis, ji bo dabînkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, xwest ku zagona “Mafê Hêviyê” pêk were.

Helbestkar û ramanwerê Sûrî Elî Ehmed Seîd (Adonis), ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku zêdetirî 27 sal in di girtîgehê de tê girtin, daxwaza sepandina zagona “Mafê Hêviyê” kir.

Adonis ev tecrîda li ser Rêber Apo wekî “binpêkirineke eşkere ya mafên bingehîn ên merivan û nakokiyek bi rûmet û prensîbên dadmendiyê re ku bîrewerên azad li seranserê cîhanê ji bo wê têkoşînê dikin” bi nav kir.

Adonis, di daxuyaniyeke ku ji aliyê Înîsiyatîfa Sûriyê ya ji bo Azadiya Rêber Apo de hate weşandin de, xwest ku bersiveke cidî ji banga Rêber Apo ya ji bo Aştî û Civaka Demokratîk re were dayîn. Adonis ev bang wekî “hewldaneke dîrokî ya ku dikare asoyên nû ji bo çareseriya aştiyane û jiyana hevpar a li herêmê veke” pênase kir.

Di dawiyê de Adonis destnîşan kir ku pêkanîna vê banga Rêber Apo ne tenê daxwazeke siyasî ye, di heman demê de berpirsiyariyeke mirovî û sincî ye ku xizmeta nirxên azadî û aştiyê dike.